Li Stenbolê cezayê ku li Leyla Guven hatî birîn hat şermezarkirin

Li dijî cezayê ku li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû birîn, bertekên gel zêde dibin. Li Stenbolê Rêxistina HDP’ê daxuyaniyek da û cezayê li Leyla şermezar kirin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û parlementera Mêrdînê Pero Dundar jî serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven kirin. 

Ji bo şermezar kirina cezayê ku li Leyla Guven hatî birîn bertek zêde bûne.

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, li pêş avahiya xwe bi daxuyaniyekê cezayê ku li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû birîn şermezar kir û diyar kirin Leyla Guven rûmeta wan e, ew ê her dem xwedî li Leyla derkevin û dengê xwe bilind bikin.

Meclisa Jinan a HDP’ê serdana Leyla Guven kir

Her wiha Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û parlementera Mêrdînê Pero Dundar jî, serdana Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven a li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Elazixê girtî kirin.

Di danezana ku Buroya Çapemeniyê ya Jinan a HDP’ê parve kir de ev agahî hatin dayîn:

Wekîlên me diyar kirin ku rewşa tendirustî û morala Leyla baş e, silavên xwe ji hemû jinan re şandiye û gotiye ku ewê dest ji hevgirtin û têkoşînê bernede.

Daneşîna doza rojnameger Reyhan Çapan hat dîtin

Li Stenbolê jî 20’emîn danişîna doza ku bi îdaya “propagandaya rêxistinê”, “çapkirin û weşandina daxuyaniyên rêxistinê” li Midura Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan Çapan hatibû vekirin, li 2’emîn Dadeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin.

Reyhan tevlî danişînê nebû lê parêzerê wê li danişînê amade bû.

Heyeta dadgehê doza ku hat dîtin taloqî 16’ê adara 2022’an kir.

Danişîna doza sevîl Rojbîn Çetîn hat taloqkirin

Li aliyekî din 6’emîn danişîna doza Sevîl Rojbîn Çetin îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin.

Di rûniştina dozê de, Rojbîn parastina xwe kir û daxwaza tehliyeya xwe kir.

Piştî parastinê heyeta dadgehê carek din danişîn taloqê 17’ê sibata 2022’an kir.

Back to top button