Li Şengalê çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo

Çalakiya konvedanê ya bi pêşengiya TAJÊ li Şengalê ji bo azadiya Rêber Apo û derxistina PKK ji listeya terorê di roja 3’an de dewam dike. Di çalakiyê de Ji rêveberên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî-TAJÊ) Rîham Hiço axivî û got; “Ger îro em qala xweserî, azadî û mafê xwe dikin bi saya Rêber Apo ye.”

Çalakiya jinên Şengalê ku bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Êzidxanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û derxistina PKK ji ‘lîsteyê terorê’ bi dirûşmeya, “Emê Tecrîdê Bidawî Bikin, Faşîzim Hilweşînin Bi Rêber Apo re Azad Bijîn”28’ê Mijarê dayî despêkirin di roja sêyem de dewam dike.

Di çalekiyê de Sinevizyona li ser ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan hat temaşe kirin.

Endama Koordînesyona TAJÊ Rîham Hiço axivî.

Riham Hico di nirxandinên xwe de bal kişand ser giringiya fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û tevahî gelên bilindest û azadî xwaz.

Riham Hico diyar kir ku bi saya fikira Rêber Apo piştî fermana 3’ê Tebaxê ew li Şengalê ne û anî ziman ku tenê PKK bi hewara wan çûy e.

Hevseroka Meclisa Gel ya Gundê Borik Meyan Borik got;

Yê ku em ji fermanê xelaskirin Rêber Apo û PKK bû. Nabe ku rêberekê ji bo azadiya gel û tevahî cîhanê têdikoşe girtî be û hêzek bi hawara gelan ve diçe nabe weke terorist bê binav kirin.

Back to top button