Di van rojên dawî de hin dezgehên ragihandinê idîa kiribûn ku Hêzên Sûriya Demokratîkdê QSD’ê dê 700 çeteyên DAIŞ’î berde: Her wiha lîsteya navên kesên hatibû idîa kirin ku wê bên berdan jî, derxistibûn. QSD’ê îro bersiva van îdiayan da.
QSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ev îdia bêbingeh in û ji rastiyê dûr in.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê îro bi daxuyaniyekê bersiv da idîyayên dibêjin dê QSD’ê 700 çeteyên DAIŞ’ê berde.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Ev agahiyên ku hatine belavkirin derew in û lîsteyên navên hatine weşandin jî ji rastiyê dûr in.”
QSD’ê di daxuyaniya xwe de banga xwe a ji civaka navnetewî dubare kir û got,
“Ji bo dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê pêwîst e dadgeheke navnewî taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin.”
QSD’ê bang li hemû dewletên ku welatiyên wan di girtîgehên Rêveberiya Xweser de hene kir ku di vê dosyayê de bi awayekî cidî hevkarî û alîkariyê bikin.
QSD’ê bal kişande li ser xeteriya vê pirsgirêkê û got, “ev dosya bûye,ji girîngtirîn dosyayên propagenda ya rêxistina DAIŞ’ê, ku di leşkerkirina çeteyan û pêkanîna kiryarên terorîst de bi kar tîne û bi vê yekê ewlehî û aştiya herêmê û cîhanê dike xeteriyê.