Artêşa Tirk gundên Girê Spî topbaran kir, sivîlek birîndar bû

Beriya du saetan artêşa dewleta Tirk a qirker gundên Girê Spî topbaran kir, di encamê de sivîlek birîndar bû.

Artêşa dewleta Tirk gundê Erîda, Um El-Hoş, Zenûbiya, Sewan û Suwêdiyê yên kantona Girê Spî da ber topan.

Di encama topbaranê de sivîlek birîndar bû.

Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê hema bêje rojane hene.

Her dem jî dewleta qirker sivîlan dike hedefa êrişên xwe.

Tevî van kirinan jî lê heta niha cîhan xwe li bêdengiyê daniye.

Back to top button