Amerîkayê “FARC” ji lîsteya rêxistinên terorê derxist

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Antony Blînken eşkere kir wan Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê-FARC’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê” derxist.

Antony Blînken bi daxuyaniyeke niviskî anî ziman “Piştî peymana aştiyê ya sala 2016’an a bi hikûmeta Kolombiyayê re, Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê FARC bi rengekî fermî hat bêçekkirin.”

Blinken eşkere kir “Êdî ev hêz bi rengê rêxistineke terorê nîne û nema bi karê terorê re mijûl dibe.”

Her wiha destnîşan kir ku derxistina vê hêzê ji lîsteya terorê wê bandorê li ser lêpirsînên ku derheqê berpirsên berê yên vê hêzê de vebûbûn, neke.

Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê rêxistineke sosyalîst e, piştî şerê 52 salan bi Hikûmeta Kolombîyayê re, bi navbeynkariya Kûba, li hev kirin û sala 2016’an çek danî.

Back to top button