Li bajarê Minbicê mayînek ku bi erebeyeke sivîlan ve hatibû bicihkirin teqiya.
Di encamê de 3 sivîl bi sivikî birîndar bûn.
Li başûrê bajarê Minbicê, li nêzî Goristana Şêx Eqîl mayîneke ku bi erebeyeke sivîlan ve hatibû bi cihkirin saet 20:00`an de teqiya.
Di encamê de 3 birîndar bûn û zirarên madî gihaştin erebeyê.
kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê .
Li gorî kadroya tenduristiyê birînên wan sivik in û rewşa wan aram e.