QSD: Îdiayên dewleta Tirk ên şehîdxistina şervanên me ne rast in

Careke din dewleta Tirk idîa kir ku şervanên QSD ji aliyê wan ve hatine şehîdxistin. Vê carê idîa kir ku 7 şervan şehîd ketine. QSD’ê bi daxuyaniyekê ev îdia derewandin û got ” Tevgera hêzên me li herêmên dagirkirî tune ne”.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî îdiayên Wezareta Parastinê ya Dewleta Tirk ku dibêjin 7 şervanên wan ji aliyê dagirkeran ve hatine şehîdxistin, li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek weşand.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev got:

” Li gorî îdîayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker, 27’ê Mijdarê 4 û 29’ê Mijdarê jî 3 şervanên me ji aliyê dagirkeran ve hatine şehîdxistin.

Ev îdia nerast in. Tevgera hêzên me li herêmên dagirkirî tune ye.”

Eşkere ye, Dewleta Tirk bi van idîayan dixwaze kirin û binpêkirinên xwe yên li herêmê veşêre û rastiya ku ew êrişî herêmê dike, berovajî bike û QSD’ê pê tawanbar bike.

Back to top button