Besê Erzîncan: Desthilata faşîst her ku tengav dibe tecrîdê girantir dike

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan li ser cezayên dawî yên li ser Rêber Apo hatîn sepandin, dibêje: “Dewleta Tirk her ku tengav dibe zextê li Rêber APO dike; tecrîdê girantir dike, lê Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya bêhempa desthilata Erdogan anî li ber hilweşandinê. Besê Erzîncan mayîna PKK’ê di lîsteya terorê de jî weke şermeke mezin a mirovahiyê pênase kir û banga bilindkirina asta têkoşînê kir.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan ji ajansa Firatê re, der barê tecrîda giran a li dijî Rêber Apo û hiştina PKK di lîsteya terorê de axivî.

Besê Erzîncan balkişand li ser cezayên disiplînê yên qedexekirina hevdîtîdinan Rêber Apo re û ev got:

“Sedema birîna van cezayan , helwest û sekna azadiyê ya Rêberê me ye.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê her ku tengav dibe polîtîkaya tecrîd û zextê bêhtir li Rêberê me disepîne.

Li hemberî vê yekê jî Rêberê me di nava berxwedaneke mezin de ye. Bi têkoşîna azadiyê ya gel, gerîla û jinan wê desthilatdariya Tirk a faşîst nikaribe encamê bi dest bixe.”

Besê Erzîncan: Fikrê Rêber Apo li cîhanê belav bûye û tecrîd bêwate bûye

Endama Koordînasyona KJK’ê da zanîn ku fikrê Rêber APO mîna lehiyekê li cîhanê belav dibe û êdî Rêber Apo bûye rêberekî gerdûnî.

Besê Erzîncan li dijî tecrîdê daxwaz ji kurd û dostên wan kir ku di çarçoveya pêngava “dem dema azadiyê ye” de têkoşîna xwe hîn xurtir û bilintir bikin.

Besê Erzîncan: Hebûna PKK’ê di lîsteya terorê de ji bo mirovahiyê şermeke mezin e

Besê Erzîncan hewldanên ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ jî nirxand û ev anî ziman:

“Hebûna navê PKK’ê di lîsteya ‘rêxistinên terorê’ de şerma herî mezin a mirovahiyê ye.

PKK tevgereke azadiyê ye. Têkoşîn, çalakî û îdeolojiya xwe diyar e.

Di têkbirina DAÎŞ’ê de rola PKK’ê gelekî mezin bû.

Endama Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku PKK ji her rêxistinê, ji her dewletê bêhtir temsîla xeta azadiya jinê dike.

Dawiya nirxandina xwe Besê Erzîncan bang li hemû jinan kir ku xwe di çarçoveya pîvanên îdeolojiya rizgariya jinê de rêxistin bikin û dawî tundiyê bînin.

Back to top button