Siûdiyê pêketina yekem welatiyê xwe bi vîrûsa Omicron ragihand

Cîhan niha ji ber derketina vîrûsa Omicron û belavbûna wê bi awayekî bilez bitirs e. Piştî belavbûna wê li welatên Ewropayê, Siûdiyê, yekem welatê ereb e ku ev vîrûs lê hat dîtin.

Çavkaniyekî ji wezareta Tenduristiyê ya Siûdiyê ragihand ” Welatiyekî ku ji Bakurê Afrîqayê hatiye, bi vîrûsa Omicron ketiye.”

Bi vê yekê, Siûdiyê dibe yekem welatê ku ev cureyê vîrûsê “Omicron” lê tê tomarkirin.

Omicron ku ji Başûrê Afrîqayê derketiye, çend rojên dawî li gelek welatên Ewropayê belav bû.

Ji bo rêgirtina li ber belavbûna wê jî, welatên ku ev vîrûs lê peyda bûye, dest bi rêkarên xweparastinê kirin.

Jê jî rêwîtiya bi welatên Başûrê Afrîqa re hat qedexekirin û careke din lixwekirina devpoşkan hat sepandin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ev cûreyê vîrûsê, ji ber belavbûna wê ya bi lez bi yê metirsîdar bi nav kiribû.

Back to top button