Malbatên Rêber Apo û girtiyên li Îmraliyê wê serdana meclisa Tirkiyê bikin

Tevî tecrîda bi salan ya li dijî Rêber Apo, hat eşkerekirin ku cezane disiplînê yên nû li ser hatine sepandin. Li dijî van cezayan, îro Malbatên Rêberê Apo û hersê girtiyên din ên li Îmraliyê wê li Enqerê çend hevdîtin pêk bînin. Piştre wê li meclisa Tirkiyê li gel parlementerê HDP’ê yê Riha’yê Omer Ocalan daxuyaniya çapemeniyê bidin.MIX

Malbat wê der barê qedexeyên hevdîtinê de serdena Koma Meclisê ya HDP’ê bikin.

Piştî hevdîtinê wê bi Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan re li meclisê civîna çapameniyê li dar bixin.

Piştî serdanên xwe yên li meclisê wê serdan Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bikin.

Li wir wê daxwazên xwe û zextên li Îmraliyê ji rayedarên komeleyê re ragihînin.

Piştre jî wê malbat serdana Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (ÔHD) bikin.

Back to top button