Li Sêmalkayê malbatên şehîdan ên Efrînê: Divê PDK li xwe vegere û dev ji xiyanetê berde

Dayîk û malbatên şehîdan ev 58 roj in li deriyê Sêmalka di nava çalakiyê de ne. Malbatên şehîdan ên herêma Efrînê jî bang li PDK’ê kir ku li xwe vegere û dev ji xiyanetê berde.‎ 

Ji bo cenazeyên zarokên xwe yên PDK’ê ew şehîd xistine werbigrin, bi rojan e malbatên şehîdan li ber deriyê Sêmalka di çalakiyê de ne..

Tevî vê çalakiyê, malbatên şehîdan ên derveyî vê çalakiyê jî bangên xwe tev li yên van malbatan kirin.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê jî dibêjin ” Divê PDK li xwe vegere û Kurd li ‎hember Kurdan şer nekin.”

Back to top button