Encama fermî a hilbijartina li Iraqê eşkere bû-HAT NÛKIRIN

Li Iraqê encama hilbijartina parlamentoyê ku meha Cotmehê de hatin lidarxistin eşkere bû.
Ligorî daneyên fermî lîderê Olî yê Şîî Muqteda es Sadir weke serkeftiyê hilbijartinan hat ragihandin.
Di heman demê de tifaqa sûniyan rêza duyemîn û Fetîh ya alîgirê Îranê ye jî şikestinek dîrokî xwar.

Encamên fermî yên hilbijartinên giştî yên Iraqê ku di 10’ê Cotmehê de hatin lidarxistin hatin eşkerekirin.

Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê serkeftina hilbijartinan ya hevpeymaniya bi serokatiya Şîe a Muqteda El-Sedr piştrast kir.

Li gorî encamên fermî, Tevgera Sedr ji 329 kursiyên parlamentoyê 73 kursî bi dest xistiye.

Hevpeymaniya Sunnî ya bi serokatiya Serokê berê yê parlamentoyê Mihemed Helbûsî 37 û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 31 kursî bi dest xist.

Hevpeymaniya Fetih ku bi nêzîkbûna xwe ya ji Îranê re tê naskirin, li gorî hilbijartinên berê binketinek mezin dît.

Jimara kursiyên Fetih li parlamentoyê ji 47’an daket 17’an.

Hevpeymaniya ku ji 9 rêxistinên Şîe yên girêdayî çekdarên alîgirên Îranê pêk tê, bi îdiaya di hilbijartinê de nelirêtî pêk hatiye ew encaman nas nakin.

Encamên hilbijartinê nîşan didin ku bi îhtîmaleke mezin wê hikûmeta nû ji aliyê Sadr ve were avakirin.

Encamên fermî wê niha ji bo erêkirinê ji Dadgeha Bilind a Federal re bên şandin.

Li ser banga Serokomar wê Meclis di nava 15 rojan de bicive û serokê xwe yê nû hilbijêre.

Piştî hilbijartinan bêtirî hezar serlêdanên nelirêtiyê hatin kirin.

Piraniya van jî ji aliyê komên Şîe ve pêk hatin.

Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ragihand, di encama lêkolîna şikayetan de, 5 kursî hatine guhertin û encamên giştî ji van guhertinan bandor nebûye.

Seroka Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert jî diyar kir ku di hilbijartinan de ti nîşana sextekariya sîstematîk nîne.

Tevî dewlemendiya xwe ya petrolê, welatê ku bi salan e di nav qeyrana siyasî û aborî de ye, ji dawiya 2019’an ve bûye şahidê xwepêşandanên girseyî.

Û ev xwepêşandan bûn sedema ku hilbijartina pêşwest were lidarxistin.

Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê rêjeya beşdariya di hilbijartinan de ji sedî 44 ragihand.

Ji ber vê yekê, rêjeya herî kêm a beşdarbûnê di nav pênc hilbijartinên ku ji sala 2003’an ve hatin kirin de cihê xwe girt.

2018’an rêjeya dengan ji sedî 44,5 bû.

Back to top button