Mihemed Muxtar: Divê CPT serdana Îmraliyê bike û zextan bi dawî bike

Lêkolînerê Saziya Maat a Aştî, Geşkirin û Mafên Mirovan Mihemed Muxtar bang li CPT kir ku bilez serdana Îmraliyê bike û rewşa rêber Apo eşkere bike.

Lêkolîner Mihemed Muxtar derbarê cezayên giran ku li dijî Rêber Apo hatine sepandin ev got :

“Ev cezayên ku desthilata Tirkiyê li dijî Rêber Ocalan pêk tîne, li dijî mafên girtiyan in.”

Mihemed Muxtar anî ziman “Hikumeta Tirkiyê bi van zextan û rênedana hevdîtinên li gel Rêber Apo binpêkirinan der heqê wî de pêk tîne.”

Muxtar da zanîn ku hin agahî hene ku nêzîkatiyên nebaş di girtîgehê de tê kirin, ev îşkence ye û binpêkirinên qanûnên navneteweyî ne ku dewleta Tirk bi xwe îmze kirine.

Mihemed Muxtar dawiyê bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) kir ku serdana Îmraliyê bike da ku îşkenceya li dijî rêber Ocalan belge bike û dawî lê bîne.

Back to top button