Lîbya..Nerazîbûna li dijî namzetiya Hafter hate erêkirin

Li Lîbya di nava mehê de hilbijartinên giştî wê pêk werin.
Namzetên serokomariyê diyar bûne û heta 6’ê Kanûnê ji bo namzetên parlamentoyê jî dem hatiye diyarkirin.
Lê tevî dema hilbijartinê nêz bûye, nerazîbûna li dijî namzetiya Fermandarê Giştî yê Artêşa Nîştîmanî Hafter hate erêkirin.

Li Lîbya aliyekê amadekariyên dawî yên hilbijartinê têne kirin û li aliyê din jî wêneyê namzetên nû jî diyar dibe.

Nerazîbûna ji bo namzetiya Fermandarê Artêşa Nîştîmanî ya Lîbya Xelîfe Hafter ku li rojhilatê welat xwedî bandore hate qebûlkirin.

Hafter yek ji 98 namzetên ji bo serokomariyê bû.

Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Lîbya berî hefteyekê navê kesên namzetiya wan erêkirî eşkere kir.

Ji 73 kesên ku navê wan hatî erêkirin Hafter jî hebû.

Li gorî nûçeya kanala televizyonê “February” ya Lîbyayê, doh Komîteya Temyîzê ya Dadgeha Zawiye îtîrazê li ser serlêdana namzetiya Hefter qebûl kir û biryar da ku derbarê rewşa wî de lêpirsîn bê destpêkirin.

Qebûlkirina îtîrazê nayê wateya betalkirina namzetiya Haftar.

Dadgeh îtîraz û hincetên parêzerên namzetan nirxand û encamê ji Komisyona Bilind a Hilbijartinê re ragdigihîne.

Betalkirin an qebûlkirina serlêdanên namzedan di nav rayeyên Komisyona Bilind a Hilbijartinê de ye.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Lîbyayê 24’ê Mijdarê ji 98 namzetan 25 berendam bi hincetên cuda namzetiya wan betal kiribû.

Komîsyonê ragihandibû ku pêvajoya îtirazê bi ragihandina ku serîlêdanên 73 namzedan di prensîbê de hatiye qebûlkirin dest pê kiriye.

Dadgeha Temyîzê ya Trablusê, di 28’ê Mijdarê de îtîraza namzediya Serokwezîrê hikumeta demkî (Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê) Ebdulhamîd Dîbeybe qebûl kiribû û lêpirsîn dabû destpêkirin.

Di civîna Foruma Diyalonên Siyasî ya NY ku Mijdara 2020’an pêk anî de biryara hilbijartinên giştî ya 24’ê Kanûna 2021’an hatibû dayîn.

Back to top button