Dolar li pêşberî lîreyê Tirkî 13,7 derbas kir

Serokomarê Tirkiye Erdogan yê xwe weke aborînas nîşan dide, roj bi rojê dibe sedema xelk hejar bibin.
Bênirxbûna lîreyê tirkî li pêşberî dolarê Amerîkî, bihabûna nirxê pêdiviyên jiyanî jî zêde kir.
Dolar bi 13,6 lîreyî dest bi rojê kir.

Şevê din Serokomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan tevlî weşana TRT’ê bûbû û teza xwe ya “Faîz sedem e enflasyon encam e” parast:

Piştî axaftina Erdogan vê dolar derketibû 13,70 lîreyî.

Îro jî dolar, bi 13,57 lîreyî dest bi rojê kir.

Euro ku piştî axaftina Erdogan derketibû 15,65 lîreyî jî bi 15,40 lîreyî dest bi rojê kir.

Dolar bi 12,48 lîreyî û euro jî bi 14,15 lîreyî dest bi heftê kiribûn.

Li nava Tirkiyê bêkarî û bihabûna pêdiviyên civakê rewş kembax kiriye.

Mixalefeta welat jî weke tekane rêya çareseriyê, hilbijartina pêşwext dibîne.

Back to top button