Serokê Belarûs gef li NATO xwar: Em ê çekên Nukleerî yên Rûsya bigrin

Hemwextî gefxwarinên navbera Waşîngton, Bruksel û Moskowê de, ji Mînsk jî daxuyaniyên tund tên.
Serokdewletê Belarûs Lukaşenko got,
Ger NATO çekên nukleerî yên DYA ku li Almanya ne ber bi rojhilatê Ewropayê ve bîne, ew jî amadene ku çekên nukleerî yên Rûsya li nava welatê xwe bicih bikin.
Her wiha jî cara yekem Lukaşenko Kirim weke xaka Rûsya binav kir.

Dema ku aloziya bi Rûsyayê re mohra xwe li civîna Wezîrên Karên Derve yên NATO dayî, ji Belarusê daxuyaniyeke rewşê aloztir dike derket.

Serokewletê Belarûs Aleksander Lukaşenko got,

Eger NATO serikên nukleerî yên Amerîkî yên li Almanyayê bi cih bûne bişîne welatên rojhilatê Ewropa, ew ê piştgirîya nukleerî ji Rûsyayê bixwaze.

Lukaşenko diyar kir ku ew amade ne malovaniya nukleerî yên Rûsyayê bikin.

Her wiha di axaftina xwe ya ji çapemeniya Rûsî re ev tişt anî ziman:

Di vê rewşê de, ew dê bang li Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bike ku çekên atomî yên ku piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê ku 1991’an ji Belarusê vekişandine vegerîne.

Wî zêde kir ku Belarûs bi baldarî binesaziya leşkerî ya pêwîst ji serdema Sovyetê parastiye.

Lukaşenko: Kirim xaka Rûsya ye ezê li gel Putin serdana wê bikim

Lukaşenko cara yekem got, Nîvgirava Kirimê axa Rûsyayê ye û ev tişt anî ziman:

Em plan dike ku di demek nêzîk de bi Putin re serdana Kirimê bike.

Rûsya di sala 2014’an de piştî ku hikûmeta Ûkrayna ya alîgirê Moskowê bi xwepêşandanên girseyî hat hilweşandin, Kirim tevlî xwe kir.

Piştî vê yekê, çekdarên alîgirê Rûsyayê li rojhilatê Ukraynayê serî hildan.

Ûkrayna û welatên rojava Rûsyayê bi çekdarkirina cudaxwazan û şandina şervanan bo herêmê tawanbar dikin.

Rûsya van sûcan red dike.

Back to top button