ŞÊNIYÊN DÊRA ZORÊ BÛYERÊN BELAVKIRINA TEVLIHEVIYÊ Û BINPÊKIRINÊN TIRKIYÊ ŞERMEZAR DIKIN

Îro bi sedan şêniyê bajarokê Sewir yê gundewarê Dêrazorê ji bo ku hewldanên hindek kesan yên belavkirina fîtneyan şermezar bikin meşek lidarxistin. Şêniyan piştevaniya xwe ya bi hêzên xwe yên parastinê re nîşan dan

Şênî di nav kolanên bajarok de ber bi çarxeriya Sewirê li navenda bajarok meşiyan.

Li çarxeriyê meş veguherî mitîngê.

Li ser navê Meclisa Bisêtîn û Komîteya Jin a Meclisa Sewirê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn kirinên şexsî yên hindek şêniyên herêmê ku dixwazin tevlîheviyê belav bikin şermezar kirin û gotin:

Dewletên herêmî piştî serkeftina mezin a QSD`ê a li dijî DAIŞ`ê bi rêya belavkirina tevliheviyê hewl didin hevgirtina pêkhateyên herêmê têk bibin.

Bang li gel kirin ku bi hevgirtin li dijî êrîşên derve û gefên hundirîn bisekinin.

Leave a Reply

Back to top button