HRW:Talîban bêtirî 100 leşker û polîsên berê kuştine yan jî winda kirine

Deshilata Talîbanê ya li Efxanistanê, ji bo karmendên berê yên welat weke kabosekê lê hatiye.
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW) ragihand ku Talîbanê bêtirî 100 leşker û polîsên berê yên Efxan kuştine yan jî winda kirine.
MIX

Kesên hatine kutşin, yan raste rast xwe radestî Talîbanê kirine yan jî ji aliyê wan ve hatine binçavkirin.

Rêxistinê li ser mijarê rapora xwe ya serdema Talîban ya navbera 15’ê Tebax heta 31’ê Cotmehê eşkere kir.

Rêxistina ku navenda xwe li New Yorkê ye diyar kir ku tevî ‘efûya giştî’ ya ji aliyê Talîbanê ve hatiye îlankirin jî ev yek dewam dike.

Her wiha Rêxistinê ragihand ku tenê li parêzgehên Xaznî, Helmand, Kandahar û Kunduzê agahiyên pêbawer li ser bêtirî 100 kesan kom kirine.

Piştî vekişîna hêzên NATO û DYA ji Efxanistanê kontrola welat bi yek carê de ketibû destê Tevgera Talîban.

Bi serdema Talîbanê re li welat careke din zext û metirsiyê despê kiriye.

Back to top button