Amerîka..3 xwendekarên dibistanê hatin kuştin û 8 birîndar bûn

Li dibistaneke Amerîkatê zarokeke 15 salî li dibistana Amadeyî guller li hevalên xwe reşandin.
Di encamê de 3 xwendekar hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Bûyer li herêma Oxford a eyaleta Michiganê rû da.

Zarokeke 15 salî tevî sîleh ket nava dibistana amadeyî.

Di encama gulebaranê de 2 keç û xortek, bi giştî 3 xwendekar hatin kuştin.

8 kes jî birîndar bûn û di nava wan de mamosteyek heye.

Berpirsê polîsan li herêmê Michael McCabe (Maykil Mek-kabî) anî ziman ku piştî banga lezgîn bi 5 deqeyan wan dikarî kesê êrişkar rawestînin.

McCabe diyar kir ku li ser daxwaza malbata wî, êrişkar ti agahî bi wan re parvenekiriye û got, lêkolînên wan dewam dikin.

Li Amerîkayê salane bûyerên bi vî rengî pêk tên.

Sedema wî jî weke mafên bidestxistina çekdan tê şîrovekirin.

Li gorî daneyan, di nava sala 2021’an de li Amerîkayê 41 hezar kes bi çekan jiyana xwe ji dest dane.

Ji wan 22 hezar întîhar kirine.

Back to top button