IEA: Enerjiya Nûker 2021’ê di asta rekorê de zêde bû lê netêrkere

Li cîhanê ji bo avakirina enerjiyek nûker xebat têne kirin.
Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) diyar kir ku kapasîteya elektrîka nûker li cîhanê di asta rekorê de zêde bûye, lê netêrkere.

Ji bo pêşîgirtina guherîna li rewşa avhewa li nava cîhanê xebat têne kirin.

Ev yek di civîna Rewşa Avhwa ya li Glassgowê ya Skoçyayê hate lidarxistin de, jî careke din îşaret bi vê yekê hate kirin.

Di civîna ku 31’ê Cotmehê despêkir û heta 12’ê Mijdarê dewam dikir de, welatên beşdar soza kêmkirina emisyona gaza sera dan.

Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) têkldarî ‘Enerjiya Nûker’ rapora ku amadekirî weşand.

Di raporê de işaret bi zêdebûna kapasîteya elektrîka ku dikare bê nûkirin, hate kirin.

Li gorî raporê, sala 2022’an bi kapasîteya 290 gigawatt (GW) wê rekora sala derbasbûyî bişikîne.

Ajansê texmînên xwe ber bi pêşketinê ve nû kir, heta sala 2026’an wê di asta 4.800 GW’î de enerjiya nûker zêde bibe.

Ev jî wê li gorî sala 2020’î bê wateya zêdebûna ji sedî 60’î û di asta temamiya kapasîteya elektrîka ji nukleer û sotemeniya fosîlê ya heyî.

Divê fotovoltaîk jî ji sedî 50’î yê vê mezinbûnê be û kapasîsteya enerjiya ba ya li deryayê jî bi sê qatî bê zêdekirin.

Eleqeya vê yekê bi hemû herêman heye.

Bi taybetî li Çînê, tê payin ku 2026’an yanî çar sal beriya armanca xwe ya fermî, bibe xwedî kapasîteya 1.200 GW a ji enerjiya ba û rojê.

Hindistan jî wê mezinbûna xwe ya li vê sektorê li gorî sala 2015’an bi du qatî zêde bike.

Back to top button