Şoreşgerê Kurd Enter Dêrsim ku di 11’ê Mijdarê de bi krîza dil şehîd bû îro li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişloyê bi merasîmekê hate oxirkirin. Bi hezaran welatiyên herêma Cizîrê tevlî merasîma oxirkirinê bûn.
Îro bi hezeran şênî li pêşiya meclisa taxa Enteriyê kom bûn û cenazeyê şehîd Enter bi karwanekî biheybet birin Goristana Şehîd Delîl Saroxan.
Piştî ku cenaze gihişt goristanê merasimek hate lidarxistin.
Endamên Rêveberiya Xweser, MSD`ê û partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî beşdarî merasîmê bûn.
Li goristanê li ser jiyan û têkoşînê Şehîd Enter axaftin hatin kirin.
Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî Meclisa Malbatên Şehîdan hate kirin.
Di dawiyê de cenazeyê şehîd Enter Dêrsim bi dirûşmeyan hate oxirkirin.