PDK’ê malbata Hesen Kaçar ev 8 roj in dersînor kiriye

Malbata Hesen Kaçar 8 roj in ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye dersînor kirin.
Hesen Kaçar niha li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê ye û bang dike ku xwedî li wan derkeve.

Ev 8 roj in malbata Hesen Kaçar ê ji Bakurê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve hatine dersînor kirin.

Malbata Kaçar niha li ber deriyê nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê ne.

Hesen Kaçar îro li pêşiya nûnertiya NY daxuyaniyeke çapemeniyê da û da zanîn ku ew ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve bi lêdan û zilmê ji Hewlêrê hatine derxistin.

Kaçar dibêje:

“Zarokên me li Hewlêrê dixwendin û niha ji xwendinê bê par mane.

Ez bang li Neteweyên Yekbûyî dikim ku bi erkê xwe rabe ji bo em vegerin mala xwe, divê saziyên erkdar bi erkê xwe rabin.”

Back to top button