Malbatên şehîdan: Heta cenazeyên xwe negrin em ji vir naçin

Çalakiya malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalka a ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdkirine di roja 58’an de ye.
Malbat dibêjin, ‘Heke bi salan jî bidome, heta em cenazeyên şehîdan wernegirin ewê çalakiyê bi dawî nakin’.

Endamên PYD’ê yên bajarê Qamişlo îro çûn deryê Sêmalkayê û beşdarî çalakiyê bûn.

Ji rêveberên PYD’ê Kamûran Levend axivî û got:

“Em ê vê çalakiya xwe heta ku em cenazeyên hevrêyên xwe werdigirin, berdewam bikin. Heke bi salan jî dewam bike, emê çalakiya xwe bi dawî nekin.”

Kamûran Lewend li hember xiyaneta PDK’ê jî banga geşkirina têkoşînê li gelê Kurd kir û got: “PDK wê heta kengî xiyaneta xwe li dijî tevgera azadiyê ya gele Kurd bidomîne? Êdî bes e ji xiyanetê re.”

Back to top button