NY: Xeteriya hebûna çeteyên biyanî li Lîbyayê dewam dike

Di wextekî de ku Lîbya xwe ji bo hilbijartinên giştî amade dike, li vî welatî hebûna çeteyên biyanî hê jî weke xeteriyeke mezin tê dîtin. Pisporên Neteweyên Yekbûyî bi raporekê eşkere kirin ku hebûna çeteyên Sûrî, Rûs, Sûdanî û Çadî hê jî weke gefa li ser aramiyê dewam dike.

Komeke ji pisporên Neteweyên Yekbûyî têkildarî aloziya Lîbyayê encama xebatên xwe temam kirin..

Li gorî vê rapora hatî amadekirin radestî endamên Konseya Ewlekariyê hate kirin.

Her çendî naveroka raporê veşartî be jî lê kopyeke wê ket destê Ajansa Frans-Pressê..

Xalên girîng ên di raporê de hatine bicihkirin ev in:

Li gorî demên berê, şandina çekan ji bo Lîbya û binpêkirina ambargoyê kêm bûye.

Lê tevî vê yekê jî hebûna çeteyên biyanî yên ji Sûrî, Rûsya, Sûdan û Çadê dewam dike.

Ev ji bo aramiya Lîbyayê hê di asta xeteriyê de ye.

Tevî bang û daxwazên hêzên cîhanê jî lê aliyên şer bersiva erênî nadin derxistina çeteyan ji Lîbyayê.

Li gorî encama lêkolîna pisporan, çeteyên Sûrî yên ji aliyê Tirkiyê ve hatina şendin mehane di navbera 800 û 2 hezar dolarî werdigrin.

Back to top button