Çeteyan 5 kes ji Girê Spî û Serêkaniyê revandin

Dewleta Tirk li Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî 5 kes revandin. Di nav kesên hatin revandin jinek tevî zarokê xwe yê berşîr jî hene.

Li gorî çavkaniyan, îstixbarata Tirk girte ser mala welatiyê bi navê Merwan El-Erîf a li gundê El-Hiwêca yê bi ser Girê Spî û welatiya bi navê Kefa El-Erîf tevî pitika wê, revandin.

Piştî ku malbatê revandina Kefa red kir, dagirkeran hevjînê wê Merwan El-Erîf û bavî wî Qasim jî revandin.

Kesên hatine revandin birin devera ku navê “Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê” lê dikin.

Li Serê Kaniyê yê dagirkirî jî, çeteyan rûspiyekî ji eşîra Xerance yê bi navê Îsa Xidir El-Tewîl revand.

Back to top button