LI TEBQAYÊ ZÊDETIRÎ 47 HEZAR XWENDEKAR DEST BI EZMÛNÊN DAWIYA SALÊ KIRIN

Li herêma Tebqayê ezmûnên dawiya sala xwendinê ya 2018-2019`an destpê kirin. Zêdetirî 47 hezar xwendekar bi çavdêriya derdora 2 hezar mamoste li 198 dibistanên Tebqa û gundewarê wê ezmûn kirin

49 dibistanên bajarê Tebqayê bi tenê derdora 24 hezar xwendekar bi çavdêriya 867 mamosteyan pêşwazî kirin.

Hevserokê Navenda Perwerdeyê ya Tebqayê Elî El-Xelef teqez kir ku Komîteya Perwerde û Fêrkirinê vê salê tevahiya astengiyên sala borî derbas kirin.

Îsal komîteyê materyal peyda kir, 5 dibistan vekirin û 170 mamoste erkdar kir.

Ji aliyê xwe ve mamosteya dibistana Fayiz Mensûr, Emne Xelîfe hêvî kir ku kedên mamosteyan îsal bi serkeftinê tacîdar be.

Emne tekez kir ku qonaxa ezmûnê bi awayekî baş dimeşe.

Her wiha hindek şagirt kêfxweşiya xwe bi destpêkirina ezmûnan anîn ziman û hêvî kirin ku encamên wan û batlaneya havînê baş bin.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Tebqayê duh 45 mamosteyên dibistanên Tebqayê û gundewarê wê ji her du zayendan ve ji ber kedên wan xelat kirin.

Leave a Reply

Back to top button