Çalakiya konvedanê ya bi pêşengiya TAJÊ li Şengalê ya ji bo Rêber Apo di roja 4’an de dewam dike.
Çalakiya jinên Şengalê ku bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Êzidxanê ji bo azadiya Rêber Apo û derxistina PKK ji ‘lîsteyê terorê’ 28’ê Mijarê dan despêkirin di roja 4 an de dewam dike.
Rîhan Xizir a tevlî çalakiyê bû bang li her kesî kir ku li dijî tecrîdê rabin ser piyan.
Ji jinên Ereb ên li Şengalê Zînê Mihemed jî got:
“Daxwaza me ew e ku tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û PKK ji listeya terorê bê derxistin.”