Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê li ser rola rewşenbîran di parastian civakê de, civînek li bajarê Hesekê li dar xist.
Bi tevlîbûna gelek rewşenbîr, wêjevan û hunermendan civîn li Baxçeyê Xwendinê yê Hesekê hate lidarxistin.
Di civînê de endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Sabit El- Cewher rewşa siyasî ya li herêmê nirxand.
Endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Abdulqadir Miwehed jî axivî û bal kişand li ser girîngiya xurtkirina rola rewşenbîran di xebatên pratîk û civakî de.
Abdulqadir Miwehed destnîşan kir ku gelek şaşî li herêmê hene û bi çalakkirina rola rewşenbîran dê şaşîtî kêm bibin.
Di nîqaşên beşdaran de hate gotin divê rewşenbîr di nêrîna xwe de serbixwe bin û zêdetir nûnertiya gel bikin.
Di dawiyê de rewşenbîran banga xurtkirina çanda herêmê û çanda jiyana hevbeş kirin û xwestin ku rewşenbîr bi rola xwe rabin û pirsgirêkên civakê çareser bikin.