Bedir El-Ziyadî: Tirkiyê hewl dide hin bajarên Bakurê Iraqê dagir bike

Êrişên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê dewam dikin. Rayedarên Iraqê diyar kirin dewleta Tirk hewl dide herêmê ‘dagir bike’ û dan zanîn bê helwestiya hikûmetê jî bûye sedem ku Tirkiye çekên qedexekirî bi kar bîne.

Endamê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê yê berê Bedir El-Ziyadî da zanîn ku Tirkiye hewl dide herêmê “dagir” bike û got: “Ji ber helwesta qels a hikûmeta Iraqê, tirkiye hewl dide hin bajarên Bakurê Iraqê dagir bike.”

El-Ziyadî, bang li Herêma Kurdistanê kir ku rewşa li herêmê û binpêkirinên Tirkiyê bişopîne.

Saas El-Saadî: Bêhelwestiya hikûmeta Iraqê bûne sedem ku Tirkiye çekên kîmyewî bi kar bîne

Herwiha Endamê Koalîsyona El Fetîh Saas El-Saadî jî diyar kir ku divê Hikumeta Iraqê mudaxileyî êrişên ser bakûrê Irakê bike û operasyonên eskerî yên Tirkiyê bisekinîne.

Saadî eşkere kir ku qelsiyên hikûmetê jî bûne sedem ku Tirkiye çekên qedexekirî bi kar bîne.

Back to top button