Ji ber piştgiriya Rojava, Matt Broomfield nikare biçe 26 welatan

Mat Bromfîld ciwanekî ji Ingilîstanê ye. Wî weke bi sedan enternasyolîstan ji bo desteka şerê li dijî DAIŞ’ê berê xwe da Rojava. Lê bi vegera ji welatê xwe re, biryar hatiye girtin ku derbasî 26 welatan nebe..

Matt eşkere kir ku ev biryar ji ber hevkariya Dewleta Tirk û Almanyayê hatiye girtin. Her wekî ragihand ku, niha li Birîtaniyayê bi sedan endamên DAIŞ’ê bi serbestî digerin..

Matt Broomfield, Rojnamevanekî ji Îngilîstanê ye.

Bi gurbûna têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, berê xwe da Rojava û piştgirî da Gelê Kurd..

Wî ji bo ‘Vîce’, ‘Independent’ û ‘New States-man’ê nûçe amade kir û gelekî girîngî da deskeftiyên Rojava..

Lê belê di dema vedigere ewrûpayê, li ser sînorê Îtalyayê tê binçavkirin û ji bo derbasbûna herêma Şingin heta 10 salan tê qedexekirin..

Matt Broomfield: Qedexekirina min bi biryara Almanyayê ye

Broomfield eşkere dike ku, ev biryar di encama hevkariya dewleta Tirk û Almanyayê de derketiye û destê piraniya welatên Rojavayî jî tê de heye..

Matt Broomfield: Bi sedan endamên DAIŞ’ê bi azad li Brîtaniyayê digerin

Rojnamevanên Ingilîz ragihand ku kesên bi QSD’ê re şerê DAIŞ’ê kirine ketine zindanên Birîtaniya, lê bi sedan endamên DAIŞ’ê bi serbestî li vî welatî digerin..

 

Matt Broomfield: Gelê Alman û Brîtanî QSD’ê hêzeke binirx dibînin

Matt Broomfield diyar kir ku, gelê Alman û Birîtaniya QSD’ê hêzeke bi nirx dibînin, lê belê Hikûmet dixwazin fişarê li QSD’ê û Rêveveriya Xweser bikin.

Bi gavên bi vî awayî durûtiya Amlanya û Birîtaniya di serî de, ya gelek welatên Rojavayî derdikeve holê…

Ew li hêlekê xwe weke dijberê DAIŞ’ê nîşan didin, lê kesên şerê wan çeteyan jî dikin, dikevin bin barê zext û siyaseta wan de-.

Back to top button