Di nava mehekê de li Tirkiyê 111 rojnamevan hatin darizandin

Li Tirkiyê zext û êrişên li ser Rojnamevanan her diçe zêde dibe.
Di raporekê de hate eşkerekirin di meha Mijdarê de herî kêm 111 rojnamevan hatin darizandin.

Di çarçoveya projeya “Berdêla Nûçeyê’ ya bi piştgiriya Cemiyeta Rojnamevanan hate amadekirin, rapora meha Mijdarê hate eşkerekirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku di nava mehekê de li 10 bajarên cuda ên li Tirkiyê li 40 rûniştinên cuda 111 rojnamevan hatine darizandin.

Li 5 rojnamevan 6 sal û 4 meh û 12 roj û 16 hezar lîre ceza hate birîn.

Gelek rojnamevanan di çarçoveya “Qanûna têkoşîna dijî terorê” de hatin tewanbarkirin.

Her wiha 4 rojnamevan 3 ji wan di dema şopandina nûçeyê de hatin binçavkirin.

Back to top button