Li pêşiya Konseya Ewropayê çalakiya konvedanê ji bo Rêber Apo

Însiyatîfa ‘Ji Ocalan re Azadî’ di çarçoveya pêngava ‘Dem dema Azadiyê’ de li ber avahiya Konseya Ewropayê çalakiya nobedê ya 17 rojî da destpêkirin.
Çalakgeran bang li saziyê Ewropa kir zextê li Tirkiye bikin ku ji bo biryara DMME’yê pêkbînin.

Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê di sala 2014’an de biryar dabû ku divê Tirkiyê biryara girtinê ya heta hetayî ya li ser Rêber Apo birîne were rakirin.

Tevî biryara DMME jî Tirkiye ev yek pêk neanî û tecrîda li ser Rêber Apo hin girantir dike.

Lê, Konseya Ewropa piştî heft salan biryara DMME ya derbarê rakirina biryara girtinê ya heta hetayî ku ji aliyê tirkiyê ve li ser Rêber Apo hatibû birrîn xiste rojeva xwe.

Kurdên derveyî welat jî bi armanca balkişandina ser binpêkirinên Tirkiyê çalakiya konvedanê dan destpêkirin.

Însiyatîfa ‘Ji Ocalan re Azadî’ di çarçoveya pêngava ‘Dem dema Azadiyê’ de û bi dirûşma,”Wê azadî serbikeve, ji bo Ocalan bikeve tevgerê” li ber avahiya Konseya Ewropayê çalakiya nobedê ya 17 rojî da destpêkirin.

Kurdistanî ji saetên sibehê ve li ber avahiya Konseya Ewropa kombûn û konê çalakiyê vedan.

Ji bo roja yekemîn a çalakiyê komeke ji 100 çalakvanî pêktê, ji Siwîstreyê çalakiyê dewr girt.

Çalakî wê her roj ji aliyê Kurdistaniyên li welatekî Ewropayê ve were dewir girtin û 17’ê Kanûnê bi dawî were.

Back to top button