Şandeyeke jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana herêma Baskê kir

Li ser vexwendineke fermî şandeyek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana herêma Baskê ya Spanyayê kir.

Li gorî daxuyaniya buroya ragihandinê ya Kongreya Star, bi vexwendinek fermî a şandeyeke jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana herêma Baskê kir.

Şandeya jinan ji hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Rewda Hesen, endama Komîteya Dîplomasiyê ya Kongreya Star Menal Mihemed û endama Komîteya Wêjeyê ya Rojava Nerîman Evdikê pêk hat.

Duh şandeyê serdana Meclisa Şaredariya Durangokoyê kir û li hev civiyan.

Di civînê de li ser rewşa herêma Baskê û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê niqaş hatin kirin.

Hêjayî bi bîr xistinê di sala 2019’an de jî şandeyeke jinan a herêma Bask serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiribû.

Back to top button