Li Tirkiyê piştî zavê Erdogan wezîrê darayî Lutfî Elvan jî istîfa kir

Li Tirkiyê ji ber polîtîkayên aboriyê yên şaş, wezîrên Darayî û Gencîneyê salekê tenê jî li ber xwe nadin û li pey hev istîfa dikin. Piştî istîfaya zavayê Erdogan Berat Albayrak ku wezîrê Berê yê Darayî yê Tirkiyê bû, duh Lutfî Elvan ji heman erkî ji ber polîtîkayên Erdogan, istîfa kir.

Lutfî Elvan, 10’ê Mijdara 2020’an li şûna zavayê Erdogan Berat Albayrak hatibû erkdarkirin.

Wezîrê Darayî û Gencîneyê yê Tirkiyê Lutfî Elvan, hefteya borî di civîna heftane de li dijî polîtîkaya Erdogan ya aboriyê helwest nîşan da û ev yek jî li Erdogan xweş nehat.

Piştî wê Wezîrê Darayî Lutfî Elvan daxwaza istîfaya ji erk kir.

Daxwaza istîfaya wî hat qebûlkirin û piştre yekser Erdogan li şûna wî Nureddîn Nebatî erkdar kir.

Nureddîn Nebatî karsazek e û di gelek saziyên alîkariyê yên girêdayî desthilata Erdogan de erk girtiye.

Beriya niha heta demekê parlamenterê AKP’ê yê bajarê Stenbolê bû.

Nureddîn Nebatî bi hevaltiya xwe ya bi Zavayê Erdogan Berat Albayrak re jî tê nasîn.

Back to top button