Îro 430 koçber wê ji Belarûsê vegerin Başûrê Kurdistanê

Piştî mayîna bi mehan a li sînorê Belarûs- Polonya û girtina hemû rêyên derbasbûna wan ji welatên Ewropayê re, 430 koçberên din îro vedigerin Başûrê Kurdistanê.

Ajansa Rojnewsê ku agahiyên xwe spart Desteya Wezîran a Başûrê Kurdistanê, ragihand “Îro wê komeke din a koçberên ji Başûrê kurdistanê vegerin.”

Li gor ajansê jimara van koçberan 430 kes e û piraniya wan kurd in.

Hat ragihandin wê saet 17.00’an de ji Belarûsê bi rêya Balafirgeha Navneteweyî vegerin Hewlêrê.

Berî niha jimareke din a koçberên Başûrê Kurdistanê ji ber zor û zehmetiyên li ser sînor û venekirina rêyên derbasbûnê, vegeriyabûn.

Heta niha di 5 qonaxan de nêzî hezar û 900 koçber ji Belarûsê vegeriyane Başûrê Kurdistanê.

Back to top button