Li Sêmalkayê..59 roj in malbat li benda wergirtina cenazeyên zarokên xwe ne!

Tevî ku heta niha PDK’ê cenazeyên gerîlayên ku şehîd kirine, radest nekirine jî, 59 roj in malabat di çalakiya konvedanê de ne. Malbat bi biryar in heta ku cenazeyan werbigirin, vê çalakiyê bidomînin.

5’ê Cotmehê, malbatên şehîdan berê xwe dan dergehê Sêmalka da cenazeyên zarokên xwe yên bi destê PDK’ê hatine şehîdxistin, werbigirin.

PDK ya ku ev sûc kiriye, cenaze radest nekirin û ti bersiv jî neda dayikên van şehîdan.

Ji hingî ve û heta niha malbat çalakiya xwe didomînin û hêviya xwe ya wergirtina cenazeyên zarokên xwe qet qut nekirine.

PDK mîna ku ev çalakî nebe û dayik ne li wir bin, tevdigere û ti bersivê nade.

Tevî van malbatan, rojane sazî û rêxistinên li herêmê jî serdana çalakiyê dikin û destekê didin xwesteka van malbatan.

Malbat dibêjin “Heta PDK cenazeyên zarokên me nede, em ê li Sêmalka çalakiya xwe bidomînin û qet ji biryara xwe venagerin.”

Back to top button