ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER JI 2018’AN VE 11 SIVÎL LI SER SÎNORÊ GIRÊ SPÎ KUŞTINE

Artêşa Tirk a dagirker, sivîlên li ser sînor dike hedefa guleyên xwe.. Li Girê Spî ji sala 2018’an ve, 11 sivîl bi guleyên artêşa tirk hatine kuştin

Hovîtiya Artêşa Tirk a dagirker, li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûrî didome.

Bi taybetî li ser sînorê Girê Spî, artêşa tirk a dagirker raste rast sivîlan dike hedefa guleyên xwe.

Di van êrîşan de, mezin, biçûk, jin û zarokan bê ferq û cudahî hedefdigrin.

1’ê Mijdara 2018’an Sara ya 7 salî kuştin.

Nexweşxaneya Wetenî ya Girê Spî bîlançoya navbera salên 2018-2019’an eşkere kir.

Li gorî vê, 11 kes bi guleyên Artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 16 jî birîndar bûn.

Buyera herî dawî jî, berî du rojan bû.

Bajarê Girê Spî ji sala 2013 heta 2015’an bi piştevaniya Dewleta Tirk ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin.

Piştî ku şervanên YPG û YPJ’ê di 15 Hizêrana 2015’an ev bajar rizgar kir, êdî Dewleta Tirk dest bi hedefgirtina sivîlan kir.

Li gorî malpera belgekirina binpêkirinan li Bakurê Sûrî, heta niha artêşa Tirk 431 sivîl kuştine ku di nav de 76 zarok û 40 jin hene.

Her wiha 287 kes jî birîndar bûne.

Di van rojan de jî ji ber mûsima şêniyan, tevgera wan li ser sînor zêde bûye.

Lê belê Ji ber bêdengiya hêzên cîhanê jî heta niha artêşa Tirk bi awayekî hovane sivîlên li ber sînor dike hedefa êrîşên xwe.

Leave a Reply

Back to top button