Şehrezad El-Casim: Em ê li pêşiya tecrîdê bisekinin

Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El-Casim bertek nîşan da. Şehrezad bang li civaka navneteweyî kir ku tecrîdê bi dawî bikin û li hember kirinên dewleta Tirk bi erkên xwe rabin.

Dewleta Tirk faşîst her diçe tecrîda li ser Rêber Apo girantir dike.

Rayedarên Tirk ji 12`yê Cotmehê û pê ve hevdîtina parêzeran ya bi Rêber Apo re heta 6 mehan û ji 18`ê Tebaxê û pê ve jî hevdîtina bi malbatê re heta 3 mehan qedexe kir.

Derbarê mijarê de endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El-Casim ji ajansa Hawarê re axivî.

Şehrezad El-Casim da zanîn armanca tecrîdê ew e ku îdeolojiya rêber Apo tune bike û zextê li projeya neteweya demokratîk bike.

Şehrezad dibêje, “Lê komploya dewleta Tirk ya li dijî rêbertî, îdeolojiya neteweya demokratîk û projeya Rêveberiya Xweser, wê ser nekeve.”

Şehrezad di dewama axaftina xwe de diyar dike ku heta tecrîda li ser rêber Apo were rakirin û rêber Apo were azadkirin ew ê têbikoşina xwe bidomînin.

Şehrezad El-Casim dawî de li ser navê jinên Dêrezorê û bi taybet Kombûna Jinan a Zenûbiyayê bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan kir ku sûcên dewleta Tirk rawestînin û tecrîda li ser rêber Apo bi dawî bikin. ”

Back to top button