Kolombiya..Ji ber barana zêde kolanên Medellin di nava avê de man

Li Kolombiya ku welatekî bakurê parzemîna başûrê Amerîkaye, ji ber barana zêde lehî rabû.
Li bajarê Medellin kolan di nava avê de man û welatî di hindirê malên xwe de asê man.

Doh li bajarê Medellin yê Kolombiyayê ji ber barana zêde lehî rabû.

Kolanên bajar ji avê tejî bûn û welatî di malên xwe de asê man.

Li gorî dîmenên ji herêmê hatine kişandin jî xuya dike ku kolanên bajar weke qenalên avê lê hatine.

Tîmên agirkujiyê jî ji bo alîkariya kesên asê mane ketin tevgerê.

Back to top button