Roj nîne ku li Efrîna dagirkirî bûyerên kuştin, talankirin û revandinê çênebin. Ji xwe revandin bûye sûcekî çeteyan ê rojane. Herî dawî MÎT’a Tirk ji gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê 3 kes revandin.
Malpera Efrîn Post ragihand “Duh MÎT’a Tirk bi ser malên sivîlên li gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê de girtin.”
Hat ragihandin ku MÎT’ê ji gund 3 kes revandin.
Kesên hatîn revandin ev in:
Ebdulrehman Bermece (57)
Abdullah Xelîl Murad (53)
Şamîran Xelîl Hesen (26)
Herî dawî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, eşkere kiribû ”Di mehên Cotmeh û Mijdarê de, çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 6 kes kuştin û 95 sivîl jî revandin.