Lêkolînera zanistên siyasî ya Misrî Dr. Fernaz Atiye Ehmed dibêje ” Lihevkirin û hevgirtina kurd û ereban dikare hem destwerdana Tirkiyê di kar û barên dewletên ereb de rawestîne û hem jî destekê dide Kurdan da ku herêmên dagirkirî vegerînin.
Fernaz Atiye anî ziman ku lihevkirina kurd û ereban hem ji Kurdan re û hem ji Ereban re gaveke girîng û binirx e.
Her wiha diyar kir ku eşkere ye welatên Ereb û welatên Rojhilata Navîn bi giştî rastî gef û destwerdana Tirkiyê tên û ev got:
“Dewleta Tirk li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê hewl dide jêderên mirovahî û aboriyê têk bibe.
Ji bo vê ev lihevkirin, wê rê li pêşiya vê siyaseta dagirkeriyê bigire û herêmên xwe yê dagirkirî vegerînin.”
Fernaz Atiye dawiyê tekez kir ku lihevkirina kurd û ereban wê rê li pêşiya destwerdana dewleta Tirk a li Sûriyê, Iraqê û dewletên din ên ereb bigire.