Hesen Kaçar: Li ser daxwaza PDK li Silêmaniyê hat binçavkirin

Hasan Kaçar ê ku PDK’ê ew ji Hewlêrê derxistibû û 1’ê Kanûnê de li Silêmaniyê li pêşiya ofîsa NY kon vedabû, li Silêmaniyê li ser daxwaza PDK’ê hat binçavkirin.

Hesen Kaçar û malbata xwe ji ber doza siyasî li Bakûr berî 7 salan berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.

23’ê Mijdarê, ev malbat ji aliyê asayişa PDK’ê ve dersînorî Silêmaniyê hat kirin.

Hesen Kaçar dibêje “Ji ber ku min hewildanên sîxuriyê yên ji aliyê PDK’ê ve red kirin, ez ji Hewlêrê hatim derxistin û cezakirin. Tevî ku belgeyên min ên fermî jî hebûn, lê bi awayekî keyfî li ser daxwaza Tirkiyê ez ji Hewlêrê hatim dersînorkirin.”

Roja sêşemê Kaçar ji bo vê derqanûniyê şermezar bike li ber avahiya NY ya li Silêmaniyê bi daxuyaniyekê dest bi çalakiya konvedanê kir.

Piştî çend saetan peywendî li gel Kaçar qut bû.

Piştre derhet holê ku asayîşa Silêmaniyê li ser daxwaza PDK’ê ji ber ku çalakî li dijî PDK’ê kiriye, hatiye binçavkirin.

Back to top button