Erdnîgariya Mezopotamyayê bi bermahên xwe ên dîroka hezarê salan navdar e. Bi taybet tiştên ji dema Şaristaniya Sûmeran ve mane. Li Iraqê Koşka qiral Sîn-Îdînam ku beriya zayînê bi 3 hezar sal hatibû avakirin, derket ser rûyê erdê.
Li herêma Iraqê Zî-qar ev demek e komek ji arkeologên Fransî tevî hevkarên xwe ên Iraqê xebatên erdkolanê dikirin.
Di encamê de li devera Larsa koşkeke mezin hat dîtin.
Li gorî pisporan û nîşaneyên heyî, koş a qiral Sîn-Îdînam e..
Wezareta Geştiyarî û Bermahiyên Dîrokî ya Iraqê ragihand ku koşa hatî dîtin, beriya zayînê bi 3 hezar sal hatiye avakirin.
Koşka hatî dîtin, ji 10 odeyan pêk tê.
Li gorî dîroka Mezopotamyayê, qiral Sîn-Îdînam beriya zayînê di navbera salên 1785 û 1778’an de hukmê xwe li herêma Larsa dewam kiriye.
Di dîroka Şaristaniya Sûmeran de ev herêm yek ji deverên herî navdar bû.