Varîanta Omicron:Tedbîrên çûnûhatina di navbera welatan de têne şidandin

Piştî demeke ji aramî û hêviya xelasiya ji vîrûsa Koronayê, cîhan vê carê ji ber varîanta Omîcronê di nava fikaran de ye.
Gelek welat bi şidandina şertên çûnûhatinê hewl didin pêşî li belavbûnê bigrin.
Ferzkirina bi darê zorê ya derzîkirinê jî di rojevê de ye..
Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî jî bang li hukûmetan kir da ku xwe ji bo varîantên nû amade bikin.

Varîanta dawî ya vîrûsa Koronayê Omîcron ku li Başûrê Afrîkayê peyda bû, rojane li welatên din derdikeve holê.

Herî dawî pêketiyên vîrûsê li Îmarat, Siûdî û Amerîkayê hatin tesbîtkirin.

Ji ber vê yekê gelek welat plan dikin ku tedbîran bişidînin.

Bi vê armancê Belçîka, Hollanda û Awusturya di vî warî de gavên berbiçav avêtin..

Li hin bajarên Îtalya ên nêzî Awysturyayê jî tevgera rojane hat sînorkirin.

Li Almanyayê jî rê û resmên serêsalê hatin betalkirin.

Ji ber ku Başûrê Afrîkayê weke çavkaniya vîrûsê tê dîtin, gelek welatên Ewrûpa û Rojhilata Navîn, çûnûhatina li ger parzemîna Afrîkî rawestandin.

Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî: Divê Cîhan xwe ji bo varîantên nû amade bike

Di vê navberê de Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî bi daxuyaniyekê hişyariyeke nû da.

Sekreterê rêxistinê Tedros Ghebreyesus (Tîdros Gebriyesûs) işrat bi wê yekê kir ku xemsarikya li hemberî pêwîstiya derzîkirinê, rê li ber belavbûna vîrûsê vedike û got:

Li welatên ku rêjeya derzîkirin û testên vîrûsê li wan kêm e, xeteriya peydabûna varîantên nû zêde dibe.

Eger ev xemsarî dewam bike, wê demê lazime cîhan xwe ji bo varîantên nû amade bike.

Li hemberî vê rewşê lazime aliyên pêwendîdar bi lezgînî erkên xwe bicih bînin û tedîbîrên li dijî belavbûnê zêde bikin.

Ghebreyesus bi taybet îşaret bi rewşa kesên di nava komên rîskê de ne kir û got;

Pêwîstê mirovên bi temen û nexweş yekser derziyê lixwe bixin.

Sekreterê Rêxistina Tendirûsiyê têkildarî neheqiya di warê belavkirina derziyan de jî ev banga xwe dûbare kir:

Divê hêzên dewlemend derziyên li dijî vîrûsê û alavên testê bighînin welatên xizan.

Back to top button