Tahran: Ger rojava niyetek baş nîşan bide li Viyana wê bigihêjin lihevkirinê

Tahran ya ku dixwaze DYA cezayên li ser rake, li Viyana di nava danûstandinan de ye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abdullahiyan diyar kir ku ger welatên rojavayî “niyeta baş” nîşan bidin, dibe ku di danûstandinên nukleer ên li Viyanayê dewam dikin de lihevkirinek pêk were.

Danûstandinên peymana nukleerî yên navbera Îran û welatên Rojava, ji bo Tahranê weke rêya xelasiya ji aloziya aborî tê dîtin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan têkildarî danûstandinên ku 3 rojên derbasbûyî li paytexta Awûstûrya Viyana yê pêk hatî nirxand.

Ebdullahiyan di peyama xwe ya ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir de, diyar kir ku her roj bi Serokê Danûstandinan û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê re dicive.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê anî ziman ku nûnerê şandeya Îran li danûstandinan Elî Bakirî li ser mijarê agahî daye û got

Ger Rojava îradeya xwe baş nîşan bide, peymanek baş çêdibe. Em maqûl, pîvan û encamgir in. Em li diyalogê digerin.

Danûstandinên peymana nukleerî yên gera 7. piştî rawestandina pênc mehan di 29’ê Mijdarê de careke din despê kiribû.

Danûstandin bi koordînasyona Yekîtiya Ewropa (YE), Rûsya, Çîn, Îngilistan, Fransa û Almanya ku beşdar dibin pêk tê.

Serokê berê yê DYA Donald Trump 2018’an bi awayekî yekalî xwe ji peymanê vekişandibû.

Piştî vê jî dest bi ferzkirina cezayên li ser Tahranê kiribû.

Şandeya danûstandinan a Îranê dixwaze bi rêya danûstandinên heyî van cezayan rake.

Back to top button