Trump careke din dibe namzet: Hilbijartinek me ya din tune ye

Di dîroka DYA de, yek ji serokên ku herî zêde navê xwe da lebalvkirin Donald Trump bû.
Dibe gelek hes ji tevgera wî û nêrînên wî hez nedikirin, lê di siyaseta cîhanê de rengek cûda dabû avakirin.
Kê bêriya Trump kiriye nizanim, lê wî got,
Ji bo hilbijartina serokatiya welat ew ê careke din bibe namzet.

Kanala GB Newsê ya rastgira tund a Brîtanî bi Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump re hevpeyvînek taybet çêkir.

Trump careke din îdia kir ku di hilbijartina 3’ê Mijdara 2020’an de, nelirêtî hatiye kirin.

Donald Trump di derbarê êrişên 6’ê Çileyê li dijî avahiya Kongresê hate çêkirin de jî wiha got:

Ev bûyereke xwepêşandanê bû.

Li ser pirsa gelo ew ê di sala 2024’an de careke din bibe namzedê Serokatiyê, Trump wiha got,

“Ev nepirse. Ger hûn ji welêt hez bikin, çareya we tune.”

Trump dîtina derziya li dijî Covid-19 jî weke berhema xwe dît û îdia kir ku ger zextên wî neban wê ev derzî piştî 12 salan hatiban dîtin.

Back to top button