li cîhanê herjarî..NY banga alîkariya lezgîn kir

Ji ber şer, guherîna avhewa û rewşa pandemî cîhan hejar dibe.
Her sala derbas dibe jimara kesên pêwistiya wan bi alîkariyê heyî zêdetir dibe.
NY got, sala bê jimara kesên pistiya wan bi alîkariyê heyî wê bigihêje 274 milyonî.
Ev rêje li gorî 2015’an ji sedî 250 zêde bûye.
Ji bo vê yekê jî NY di dîrokê de banga herî bilind a alîkariyê bi 41 milyar dolarî kir.

Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora xwe ya “Pêşveçûna Mirovî ya Global” (Global Humanitarian Overview) bi raya giştî re parve kir.

Rapor hişyarî da ku ji ber ku pandemî dewam dike, guheztina avhewa û pevçûn bêtir mirovan dixe ber xelayê û hewcedariya alîkariya mirovahî li çaraliyê cîhanê wê zêde bibe

NY:2022 wê pêwistiya 274 milon kesî bi alîkariya lezgîn hebe

Li gorî rapora Ajansa Alîkariya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), sala bê 274 mîlyon mirov li seranserê cîhanê wê pêwistiya wan bi alîkariyên lezgîn hebin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku jimara kesên pêwistiya wan bi alîkariyê ku di sala 2021’an de gihişt asta rekorê, wê sala bê ji sedî 17 zêde bibe.

Ev rêje tê wê wateya 2022’an ji her 29 kesî pêwistiya kesekî bi alîkariya mirovî heye.

Li gorî raporên sala 2015’an ji her 95 kesan pêwistiya kesekî ji wan bi alîkariyê hebû.

Lê ev dane bi sala 2022’an re wê ji sedî 250 zêde bibe.

Nûnerê Taybet ê NY li Yemenê Martin Griffiths ji rojnamevanan re got:

“Hejmara kesên ku pêwistiya wan bi alîkariyê heyî ticarî ewqasî zêde nebûye.

Domandina alîkariya ewqas zêde ya mirovî nepêkane, lê pêwiste were dewamkirin.

Li gorî pêşbîniyên salane yên ajansên NY û rêxistinên din ên mirovahî, ji bo alîkariya bi 183 milyon kesên li 63 welatên cîhanê re pêwistî bi 41 milyar dolarî heye.

Rêjeya alîkariyê ya ji bo sala 2021’an hate xwestin ji sedî 35 di binê vê mîqdarê de bû.

Çar sal berê nîvî vê bû.

NY: Şer xizaniyê zêdetir dike

Rêxistinê diyar kir ku li Efxanistan, Etiyopya û Myanmarê ji ber şerê heyî krîza heyî zêdetir bûye û şer bûye sedema ku pêwistiyên bi alîkariyê zêdetir bike.

Guherîna avhwa û bandora wê ya li ser civakê yek ji xala sereke ya raporê bû.

Tê gotin, ger pêşî li guherînê neyê girtin wê heta 2050 derdora 216 milyon kes neçar bibin ji cih û warê xwe koçêber bibin.

NY, par alîkariyên mirovahî gihand nêzîkî 107 milyon kesan.

Bi vî rengî, rêxistinê tenê ji sedî 70 ê alîkariya armanckirî bi dest xist.

Wî her wiha alîkariya derdora 500 hezar kesên li Sûdanê ku bi xetereya birçîbûnê re rû bi rû ne kir.

Back to top button