Çalakîyê 59 roj li pey xwe hişt, Lê PDK cenazeyên şehîdan nade malbatên wan

Bi serdanên girseyî çalakiya malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalka a ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine, 59 roj in didome.
Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro beşdarî çalakiyê bûn.

Îro endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariyê yên Jinan û Midûriyeta Veguhastinê yên herêma Cizîrê serdana çalakiyê kirin.

Li ber derî daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Daxuyaniya ku ji aliyê hevseroka Komîteya Ewlekariya Hundirîn Hemrîn Elî ve hate dayîn de wiha hat diyar kirin, gelên herêmê li dijî xeta xiyanetê helwesteke hevpar nîşan daye û hat gotin, xiyanet gihîştiye astekê ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nayê kirin.

Bang li herkesî hate kirin li dijî xeta xiyanetê helwesta xwe nîşan û têbikoşin.

Back to top button