DFG: Di meha Mijdarê de 6 rojnamevan hatin binçvakirin, 136 hatin darizandin

Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku meha Mijdarê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 6 rojnamevan hatin binçavkirin û 136 rojnamevan jî hatine darizandin.

Komeleryê li ser binpêkirina mafên rojnamevanan rapora xwe ya têkildarî meha Mijdarê weşand.

Di raporê de işaret bi astengkirina karê rojnamevanan, binçavkirin û tundiya li rojnamevanan hate kirin.

Li gorî raporê bîlançoya binpêkirina mafên rojnamevanan a meha Mijdarê wiha ye:

6 rojnamevan hatine binçavkirin.

Bi ser mala 3 rojnamevanan de hatin girtin.

Êriş birin ser 4 rojnamevanan.

Gef li 2 rojnamevanan hat xwarin.

Li 19 deveran karê şopandina nûçeyê hate astengkirin.

Doz li 4 rojnamevanan hate vekirin,

Li 6 rojnamevanan 7 sal û 9 meh û 12 roj cezayê girtîgehê û 41 hezar û 526 TL cezayê pere li rojnamevanan hate birîn.

136 rojnamevan hatine darizandin û li girtîgehê mafê 2 rojnamevanan hatine binpêkirin.

Malpereke nûçeyan û 124 nûçe hatin astengkirin, dawî li karê 10 rojnamevanan hate anîn û weşanek hate qedexekirin.”

Back to top button