Efrîn..14 welatiyên din hatin revandin û çarenûsa wan ne diyare

Bûyerên revandin, êşkence û talanê yên li Efrînê bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê didome..
Dagirkeran 14 welatiyên din revandin.
Derket holê ku dewleta Tirk beriya 5 mehan 8 kesên ku ji heman malbatê ne revandibûn, hê jî aqubeta wan nayê zanîn.

Bûyerên revandin, êşkence û talanê li Efrînê bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê roj bi roj zêde dibin.

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, çeteyên dewleta Tirk 14 welatiyên din revandin.

Hat ragihandin Koma bi navê Polisên Sivîl, welatiyê bi navê Şêx Mûsa Xelîl ê ji gundê Dêr-sîwan a Şerayê,

Koma navê polisên leşkerî, li navçeya Çindirêsê, welatiyê bi navê Mihemed Seydo û

Çeteyên bi navê Semerqend, ji gundê Kefer Sefra ya Cindirêsê 3 welatî yên bi navê Ebd El Rehman Birêmice, Ebdellah Xelîl û Şamiran Xelîl Hac Ebdo,

Ji Gundê Keyla ya Bilbilê Çeteyên Feyleq El-Mecid, kesê bi navê Hisên Henan Beyrem,

Li gundê Kaxirê ya Mabata Çeteyên Sultan Selîm-Emşat, welatiyê bi navê Rizgar Fewzî Ekaş,

Ji navçeya Mabata, çeteyên ku navê ewlehiya Siyasî li xwe dikin, welatiya bi navê Tolîn Ibrahîm û

Ji gundê Xelîl ê Şiyê jî çeteyên Sultan Silêman Şah, 2 welatî yên bi navê Osman Reşîd û Mihemed Heyder Reşîd û

Ji gundê Kaxirê kesê bi navê Welat Elî Ebo û ji gundê Mîrkan a Mabatayê kesê bi navê Ebdo Hesîko hatine revandin.

Zêdtirî 5 mehin 8 kes ji heman malbatê hatine revandin

Li aliyê din, Ehmed Mistefa Hisên ê 50 salî, yê navçeya Şiyê, birayê wî û ferdên malbatê ji aliyê çeteyan ve hatine revandin..

Mistefa Hisên zêdetirî 5 mehan e hewl dide bi hemû aliyan re peywendiyê deyne da ku wan bibînin lê heta niha tu encam bi dest nexistiye…

Navê kesên hatine revandin wiha ne:

Yusif Mistefa Hisên (60),

Izedîn Yusif Hisên (19),

Hisên Yusif Hisên (21),

Mistefa Mihemed Hisên (23)

Ebdurehman Mihemed Goliya,

Zeyneb Olaşlî,

Medya Olaşlî

Cîhan Olaşlî.

Ehmed Mistefa Hisên diyar dike piştî çeteyan hemû milkên wan desteser kirin, biraziyên wî revandin û got,

“Biraziyên min dema diçûn navendeke wergirtina pereyan da ku pereyên xizmên wan şandine bistînin, hatin revandin.

Bi tawana ku ew pereyan ji bo pêkanîna teqînan digirin, hatine revandin.

Piştî 2 rojan jî birayê min ji dikana mirîşkan, cihê ku lê dixebite hate revandin û dema me bi rêya xwediyê dikanê pirsa aliyê ew revandiye kir, dikandar got îstixbarata Tirk hat ew bir.”

Back to top button